Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari derbarê pêşketinên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî û diyar kir divê komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin demildest bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.
Tulay Hatimogullari bal kişande li ser girîngiya dîrokî ya banga Rêber Apo û merasima çek şewitandinê û wiha got,
“Li Tirkiyê em mal bi mal geriyan me girîngiya pêvajoyê û banga Birêz Ocalan vegot.
Eger dewlet dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike divê bi Kurdan re li ser masê rûnê û gotubêj bike.”
“Divê komîsyon demildest bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike”
Tulay Hatimogullari diyar kir divê komîsyona ku li meclisê ava buye tavilê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike û got,
“Birêz Ocalan weke muzakerevan û aktorê sereke yê vê pêvajoyê divê nêrînên xwe ji komîsyonê re bêje.
Divê komîsyon pêşnumeyan amade bike. Divê qanûneke taybet ku PKK’yîyan bigre nava xwe derxîne da ku beşdarî siyasetê bibin. Dîsa divê qanûna rêveberiyên herêmî yên demokratîk bê derxistin û qanûna qeyûman bê betalkirn. “



