Yek ji Fermandarên Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê Yamin Sexîr derbarê rewşa Siwêdayê axivî.
Bi gotina wî hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê binpê dikin.
Her wiha destnîşan kir ku ew amade ne bersiva çi êrişa li dijî wan were, bidin.
Yamin Sexîr diysr kir ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi awayekî berdewam agirbestê binpê dikin.
Sexîr, da zanîn ku binpêkirin li gundên El Micêmir, Necwa Era, El Mecdel û Kenakir çêdibe û got:
“Ji bilî wan gundan hin caran topbaran heta li dijî bajarê Siwêdayê çêdibe.
Hin taxan bi hawanan topbaran dikin.”
Sexîr desnîşan kir ku ligel hemû binpêkirinan ew li gorî agirbestê tev digerin.
Her wiha da zanin tu ferman ji wan re nehatiye dayîn ew bersiva binpêkirinan bidin.
Sexîr der barê amadekariyên hêzên leşkerî yên Siwêdayê de ragijand ku ew amade ne bersiva êrişan bidin.
Divê hikumeta veguhêz a Sûriyê binpêkirina agirbestê rawestîne.
Her wiha Yamin Sexîr da zanîn ku têkiliya wan bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re tune ye.



