Li Siwêdayê ji ber dorpêça Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê rewşa qada tenduristiyê di metirsiyê de ye.
Hat zanîn ku klînîkên giştî ku berê rojane dixebitîn, niha êdî di hefteyê de tenê 2 rojan dixebitin.
Girêdayî wê, hat diyarkirin ku karmend ji ber kêmbûna sotemeniyê di çûnûhatinê de astengiyan dibînin.
Her wekî ji ber derengmayîna mûçeyan zehmetiyan dikişînin.
Li gorî amaran, ji eslê 110 cûreyên sereke yên dermanan, tenê 55 cûre berdest in. Ev jî barê nexweşan giran dike.
Karmendekî klînîkan ji dezgehên ragihandinê yên xwecihî re ragihand ku pêdiviyên bijîşkî bi temamî qut bûne.



