Artêşa Îsraîlê ragihand ku başûrê Lubnanê rastî êrişan hatiye.
Di encamê de 2 fermandarên hêzên Hizbullahê hatine kuştin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser medyaya dîjîtal ragihand:
“Hêzên me fermandarê yekîneya topavêj Mihemed Ebas Şhashua li başûrê Lubnanê hedef girt û kuşt.”
Adraee ragihand ku Mihemed Hisên Yasîn ku efserekî mezin ê yekîneya topavêj a Hizbullahê bû kuştiye û got:
“Wî li herêma Celîl û Kiryat Shmona planên terorîst bi pêş dixstin.
Li ser vegerandina şiyana yekîneyê li herêma Şiqeyêf û veguhastina çekên başûrê çemê El Lîtanî dixebitî.”



