Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dest danî ser parkeke li derdora taxa Eşrefiyê ya Helebê û li wir baregeheke leşkerî çêkir.
Çavkaniyên li Helebê ragihand ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dest danî ser Parka Tariq Bin Ziyad a li derdora taxa Eşrefiyê ya Helebê û li wir baregeheke leşkerî çêkir.
Çavkaniyan da zanîn ku hêzên hikimetê di hundirê parkê de xalên leşkerî çêkirin, sivîl jê derxistin û paşê alav û wesayitên leşkerî anînê.



