Lêkirina dîwarê ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve dewam dike.
Diyare ku pilanek çar alî ye di navbera Iraq, Sûriye, Tirkiye û PDK’ê ye.
Ev yek xeteriyek mezin li ser Rojavayê Kurdiatnê çêdike.
Hêzên desthilatdar yên Kurdistanê, bi danîna sînoran xwestin kurdan ji mafê wan bihêlin û ji hev bixin.
Zêdeyî 100 sala ye Kurd li çar parçeyan li ber xwedidin û rê nedane ku dijmin bighêje armanca xwe.
Niha Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK), dixwaze karê ku dagirkeran nekarî temam bike, li şûna wan temam bike.
PDK’ê di navbera sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê de dîwar lêdike.
Ew dîwarê beton yê Iraq dixwaze di navbera Başûr û Rojava de çeke, PDK’ê dewam dike.
Bilindahiya dîwar 3 metre û stûrahiya wê jî 75 cm ye.
Bi vê yekê hewl dide Rojavayê Kurdistanê dorpêç bike.
Ev projeya dagirkeriya Tirkiyeyê ye û gelek armanc li pişt vê yekê hene, ew jî parçekirina gel ya ji hev, dijberîkirina tevgerên Kurdî û bi taybet Tevgera Azadiya Kurdistanê ye.
Berî niha lêkirina dîwar ji aliyê hikûmeta Iraqê ve di navbera Şengal û Rojava de hatibû destpêkirin.
Heta sînorê Rebîa û Til Koçer dirêj dibe.
Dîwar dikeve nêzî Deriyê Sînor yê Pêşxabûr û beramberî Deriyê Sînor yê Sêmalka.
PDK’ê hemû amadekariyên xwe kiriye û dest bi lêkirina dîwar kiriye.
Li gorî hinek agahiyan, di navbera Iraq, Sûriye, Tirkiye û PDK’ê de li Şamê civînek hatiye kirin.
Di vê civînê de biryar hatiye girtin ku dirêjahiya sînorê Başûr û Rojava dîwar bê lêkirin.
Piştî vê civînê di serî de dewleta Tirk û serokê hikûmeta veguhêz ya Sûriyê li ser medyayê dest bi gefên êrişan kiriye li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Ev jî xeteriyeke mezine li ser Rojavayê Kurdistanê.
Dewleta Tirk a dagirker jî sala 2016’an, di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de dest bi lêkirina dîwar kiribû.
Sînorê Rojava nêzîkî 800 kêlometre dîwar lê kiribû.
Li aliyê Rojhilatê Kurdistanê jî nêzîkî 100 kêlometre dîwar lê kiribû.
Diwarê di navbera Iraq û Sûriyeyê de bi temamî ji hev qûtkirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye.
Ev yek tê wateya dirêjkirina Peymana Lozanê ya çar parçekirina Kurdistanê.



