Tevgera Rîcal El Kerama bi awayekî fermî tevlî nava hêzên Parastina Niştîmanî ya Siwêdayê bû. Ev yek bi rêkeftinekê di navbera serokê rohanî yê durziyan li Siwêdayê şêx Hikmet El Hecrî û fermandarê tevgerê şêx Ebû Ziyab Mezîd Xedac de pêk hat.
Tevgera Rîcal El Kerama 25’ê Tebaxê piştî rêkeftinekê bi serokê rohanî yê durziyan li Siwêdayê, şêx Hikmet El Hecrî, tevlîbûna xwe ya fermî ji bo hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê ragihand.
Berdevkê tevgera Rîcal El Kerama, Basim Ebû Fexir diyar kir ku şandeyek bi serokatiya fermandarê tevgerê, şêx Ebû Ziyab Mezîd Xedac, serdana mêvanxaneya şêx El Hecrî kir û hat ragihandin ku nêzî hezar û 500 şervan tevlî nava Parêzvanên Niştîmanî bûn.
Serokê tevgerê, Ebû Fexir anî ziman ku biryara tevlêbûnê, bersiva êrişa berfireh a li dijî Siwêdayê û yekkirina hewldanên leşkerî ku bûye pêwîstiyek.
Ebû Fexir eşkere kir ku tevgerê beşeke mezin a kadroyên xwe tevlî avakirina “lîwaya mûşat” (lîwaya piyadeyan) kiriye û dixwaze wê bi efserên xwedî ezmûn û rast temam bike û teqez kir ku tevgerê ti çek an jî piştgiriyek ji derve wernegirtiye.
Hemwextî wê, binpêkirina hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê lihevkirina agirbestê û hedefgirtina gundan û herêmên sivîl li Siwêdayê û dorpêç berdewam e.



