Wezareta Karê Derve ya DYA, girtin û cezayê darvekirinê yê rojnamevan Pexşan Ezîzî şermezar kir.
Wezareta Karê Derve ya DYA, girtin û cezayê darvekirinê yê rojnamevan Pexşan Ezîzî şermezar kir. Daxwaz kir ku divê Pexşan Ezîzî demildest û bê şert were berdan.
Di daxuyaniya ku bi Farisî hatî weşandin de, hate diyarkirin ku Pexşan Ezîzî bê parêzer hatiye hiştin, li hucreya yek kesî hatiye girtin û di darizandinek ne edlane de mehkumî darvekirinê hatiye kirin.
Wezaretê got ku “Rejîma Îranê darvekirinê bi awayek sîstematîk wek amûrek a zextê bi kartîne.” Bi bîrxist ku tenê di 2025’an de zêdeyî 1000 înfaz hatine kirin.
Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Divê Îran darvekirina Pexşan Ezîzî bi sekinîne, wê û hemû girtiyên siyasî berde û kampanyaya zextê ku li dijî gelê xwe bi kartîne bi dawî bike.”



