Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û got,
“Êdî qonaxa gotinê derbas bû, divê gav bên avêtin, divê êdî mafê hêviyê pêk were û Birêz Ocalan Azad bibe.”
Bakirhan diyar kir wê ev pêvajo nîşan bide bê ka kî çiqas ji dil e got,
“Divê êdî gotinên birêz Bahçelî bi cih werin anîn. Em êdî gihiştin qonaxeke ku gotinê derbas dike û ji bo fikarên gel ji holê bên rakirin divê gav bên avêtin.”
“nîşaneya nîteya baş nêzîkatiya li dijî Birêz Ocalan e”
Bakirhan anî ziman nîşaneya nîteya baş ya pêvajoyê nêzîkatiya li dijî Rêber Apo ye û dibêje,
“Divê birêz Ocalan ji mafê hêviyê sûd wergire û êdî azad bibe”
“Birêz Ocalan 26 sal in di girtîgehê de ye. Biryarên DMME’yê hene. Divê ji ‘mafê hêviyê’ sûdê bigire. Ji bo başiya pêvajoyê divê şertên wî bên başkirin.
Birêz Ocalan aktorekî sereke yê pêvajoyê ye. Bêyî birêz Ocalan ev pêvajo pêş nakeve. Divê êdî azad bibe.”



