Meclisa Gelan a kantona Reqayê civîna xwe ya asayî ya bi hejmar 11 li dar xist û tê de rewşa hate nirxandin. Her wiha gelek pêşniyarên rêxistinî hatin erêkirin û endamên nû ji meclisê re hatin hilbijartin.
Meclisa Gelan a kantona Reqayê civîna xwe ya asayî ya bi hejmar 11 li dar xist. Di civînê de rewşa siyasî hate nirxandin. Gelek pêşniyarên Meclisa Rêveber a kantonê, hatin erêkirin û endamên nû ji meclisê re hatin hilbijartin.
Cîgira hevserokatiya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Ceger axivî û behsa rewşa siyasî û leşkerî kir. Zelal diyar kir ku di vê pêvajoyê de, hişyarî û baldariyeke komî ji aliyê pêkhateyên Sûrieyyê ve gerek e.
Zelal destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide lihevkirina Millî bi cih bîne û bal kişand ser tevgerên Îsraîlê, guhertinên jeosiyasî, gotinên serokê Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê li NY`yê û axaftina El Şeri, hewldaneke aşkere ye ji bo reklamkirina projeyên parçekirinê û normalîzekirinê.
Zelal bi bîr xist ku cewhera aloziya li Rojhilata Navîn, vîna gelên azadî xwaz e û îşaret pê kir ku hikumeta veguhêz armanc dike, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji hev bixe, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kontrol bike, projeya Rêveberiya Xweser tune bike. Zelal ev li gotinên xwe zêde kir: “Partiya Sûriye Pêşerojê û hêzên bi Sûriyeya demokratîk bawer in, dê li hember van hewldanan bisekinin.”
Zelal hişyarî da ku hewldan hene peymana 10`ê Adarê were têkbirin û êrişên nû çêbibin. Lê Zelalê destnîşan kir ku di çarçoveya parastina rewa de ew amade ne û dema pêwîst kir jî piştgiriya QSD`ê dikin. Zelal îşaret bi rola jinan di şoreşê de kir û got serkeftina şoreşê bi vîna jinan û tevlêbûna wê ya çalak di şoreşê de ve girêdayî ye.
Di civînê de, ji bo endamtiya meclisê, Ehmed Ebdulbasit El Dêf, Mihemed Ehmed El Xelef, Şêx Talal Sîbat û Serkîz Corg Bedrûs (nûnerê pêkhateya suryan) hatin hilbijartin.
Di civînê de erkdarkirina Satam El Hesen wek cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Reqayê, Suad Mihemed Îbrahîm wek hevseroka Desteya Tenduristiyê û Îbrahîm El Hindî wek serokê Meclisa Bajarê El Keramê, hatin erêkirin.
Di dawiya civînê de, endamên nû sond xwarin û dê dûre dest bi karê xwe bikin.



