Li kantona Reqayê turnovaya baskêtbolê ya Şehîd Ronahî Amanos bi beşdariya 4 tîman dest pê kir.
Li bajarê Reqayê turnovaya baskêbolê ya Şehîd Ronahî Amanos li hola Stada Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Reqayê, dest pê kir.
Li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 tîm ji kantonên Cizîr, Firat û Reqayê tev I turnovayê bûne. Turnova wê 2 rojan bidome.
Tîmên Cizîrê, Qamişlo, Kobanê û Reqayê di turnovayê de dilîzin.
Di turnovaya ku ji aliyê Ofîsa Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê lidarxistin de, endamên Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Reqa, Yekitiya Werzîşê û Meclisa Jinan a Sûriyeyê hazir bûn.
Di destpêka turnovayê de seroka Ofîsa Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Berkel axivî û got: “Em dikarin bêjin ku werzîş beşeke bingehîn a civakê ye. Armanca me, pêşxistina giyanê hevkariyê û tîmê ye. Em serkeftinê ji her kesî re hêvî dikin.”
Dûre maça yekemîn di navbera tîma Kobanê û tîma Qamişloyê de dest pê kir ku bi serkeftina tîma Qamişloyê bi dawî bû.
Dûre maça duyemîn di navbera tîma Reqa û tîma Cizîrê de dest pê kir ku bi serkeftina tîma Cizîrê bi dawî bû.
Sibe roja dawîn a turnovayê ye. Dê 2 maç hebin, ya yekên di navbera tîma Reqa û tîma Kobanê de û ya duyemîn di navbera tîma Cizîrê û Qamişloyê de. Tîm û lîstikvanên serkeftî dê ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, bê xelatkirin.



