Paymangeha şehîd Zozan Yûsif ya bajarê Helebê ji bo derçûna dewreyek nû ya xwendekaran şahiyek lidarxist, di dewreyê de 47 xwendekar, xwendina xwe bi dawî kirin.
Şahiya derçûnê bi durişmeya “Destkeftiyên berxwedana Helebê, bi meşalaya zanistê bilind dibe” pêk hat.
Rêveber û mamosteyên peyamngehê, koçberên Efrîn û Şehbayê, xwendekar û malbatên wan beşdarî şahiyê bûn.
Di vê dewreyê de 47 xwendekarên beşa zimanê kurdî, erebî û îngilîzî derçûn.
Li wir kesên axivîn, derçûna xwendekaran pîroz kirin û gotin:
“Mirovê bê xwendina zimanê dayîkê, bê nasnameya.
Divê mirov li ziman, çand û nasnama xwe xwedî derkeve.”
Piştî axaftinan komên stran û govendan berhemên xwe pêşkêş kirin.



