Fîloya Sumudê, ku ji nêzîkî 45 keştiyan pêk tê û bi sedan çalakvanên ji zêdetirî 40 welatan hildigire, wekî “mîsyoneke alîkariya mirovî ya aştiyane” tê binavkirin. Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê, ragihand ku hêzên wan ên deryayî êvara 1’ê Cotmehê, pêşî li hin keştiyan girtine.
Rêveberiya fîloyê, mudaxeleya Îsraîlê wekî “êrîşek neqanûnî li ser dilxwazên bêçek” bi nav kir û bang li civaka navneteweyî kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevî hemû astengiyên Îsraîlê jî 30 keştî hîn jî di rê de ne.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, diyar kir ku keştî li peravên Misrê ji aliyê Îsraîlê ve hatine girtin û daxwaza ewlehiyê û vegera welatiyan kir.
Fîloya ku ji Spanyayê derket rê, navê xwe ji peyva erebî “sumud” digire, ku tê wateya “berxwedan.”
Li ser mudaxeleya Îsraîlê, li Romayê, Mîlano, Turîn û Napolî yên Îtalyayê û li Barcelona û Madrîdê yên Spanyayê çalakiyên protestoyî hatin lidar xistin.
Her wiha çalakiyên hevgirtinê jî li Atîna, Stenbol, Enqere, bajarê Meksîko û Buenos Airesê jî hatin lidar xistin.
Her wiha Îsraîlê ragihand ku wê aktîvîstên fîloya navneteweyî ya ku ber bi Xezayê ve diçû û hate sekinandin, ji Ewropayê re werin dersînorkirin.



