Li bajarê Reqayê turnovaya baskêtbolê ya jinan a Şehîd Ronahî Amanos bi dawî bû
Turnova duh, bi tevlêbûna 4 tîman ji kantonên Cizîr, Reqa û Firatê, dest pê kiribû.
Di roja 2’emîn û dawîn a turnovayê de, maç di navbera tîma Reqa û tîma Kobanê de, li dar ket ku bi serkeftina tîma Kobanê bi dawî bû.
Dûre di navbera tîma Qamişlo û tîma Hesekê de, maç dest pê kir ku bi serkeftina tîma Hesekê bi dawî bû.
Dawiya turnovayê, Yekitiya Werzîşê û Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tîma 1emîn Qamişlo, tîma 2’emîn Hesekê, tîma 3’emîn Kobanê xelat kirin.
Tîma Reqayê, xelata tîma nimune wergirt.
Listîkvana tîma Hesekê Nûr Namis xelata listîkvanê herî baş, listîkvana tîma Reqayê Tebarek El Muhsin xelata listîkvana herî serkeftî û listîkvana tîma Hesekê Ronîda Tahir listîkvana nîşander wergirtin.



