Xelkê bajarê Hesekê ji bo şehîdê HPG’ê Amed Zap konê sersaxiyê vedan.
Vê sibê xelkê bajêr bi girseyî berê xwe dan bin kon û sersaxî ji malbta şehîd re xwestin.
Şehîd Amed Zap 12’ê Sibata 2025’an li Heftenînê şehîd bûbû.
Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd hat vedan.
Şêniyan li bin kon diyar kirin ku şehîd nirxên jiyanê ne û dê heta dawiyê ji bo xewin û xeyalên wan têbikoşin.



