QSD’ê têkildarî êrişên çekarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li dijî bajarê Dêr Hafirê daxuayniyek da û diyar kir ku armanên êrişên domdar binpêkirina agirbesta ku hatibû ragihandin.
Di berfirehiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Vê sibê, balafireke xwekuj a girêdayî çekdaran, erebeyeke leşkerî li dora Dêr Hafirê bombebaran kir.
Di encamê de 3 şervanên me birîndar bûn,li gel wê jî niştecih bê serûber tên topbarankirin.
Ev jî jiyana sivîlan rasterast dixe xetereyê û dixwazin bi van êrişan şêniyan bitirsînin.”
QSD’ê bibîrxist ku di 20’ê Îlonê de jî li Dêr Hafirê komkujiyek pêk hat ku di encamê de 8 sivîl şehîd bûn.
QSD’ê got, ev êrişên dubare, hewldanên çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di têkbirina ewlehiya herêmê û derxistina tevliheviyê de, eşkera dikin.
Lê em careke din teqez dikin ku em ê erka xwe ji bo parastina gelê herêmê ji hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê, bidomînin.



