Li aliyê din Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatî Sûrî li ser hedefgirtinên çekdarên hikumeta veughêz a Sûriyê li Dêr Hafirê jî daxuyaniyek da û got: “Hikûmeta Veguhêz ya Şamê berpisê êrişane.”
Hêzên Ewlekariyê ragihand ku roja Şemiyê seet 7:00 çekdarên hikûmeta veguhêz bi droneke xwekuj deriyê Dêr Hafirê kir hedef.
Di encam de 4 endamên wan dema erka xwe ya parastina çûn û hatina sivîlan dikirin, birîndar bûn.
Hêzên Ewlekariyê bi tundî êriş şermezar kir û got:
“Hikûmeta Veguhêz ya Şamê berpisê êrişane, aramnca wan têk birina aramî û ewlehiya sivîl û herême ye.”
Di dawiyê de Hêzên Ewlekariyê şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest û wiha got:
“Em ji gelê xwe teqez dikin ku hêzên me ji bo mayîndekirina aramiya herêmê di nava amedbaşiyê de ne.
Li dijî her cure gef û eriş, emê di çarçoveya mafê parastina rewa de, bersivê bidin.”



