Li Kantona Firatê 2 malbat piştî nakokiyên 2 salan bi pêşengiya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rohilatî Sûriyê li hev hatin.
Malbata Mislim Reco û Hesen Mislim, ji ber Kurê Mislim Reco hatibû kuştin nakokî di nava her du malbatan de hebû.
Ji bo çareserkirina van nakokiyan, Rêveberiya Xwser li Kobanê 3 kon veda.
Xelkê kantona Firatê, rûspî û şêxên Ereb, nûnerên rêveberiyê, rêxistinê jinan û partiyên siyasî beşdarî konê li hev anîn bûn.
Li wir, Berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî axivî û got:
“Divê di nava gelê me de dijminatî çênebê, ji ber ku gelekî layîqî azadî û aramiyê ye.
Em vê lihevhatina pîroz li tevahî gelê azadîxwaz pîroz dikin.”
Di dawiyê de li ser navê herdu malbatan spasiya Rêveberiya Xweser hat kiri kir û lihevanînê xwe diyarî cangoriyên azadiyê kirin.



