Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrişên hêzên hikumeta veguhêz têk birin. Li hin aliyan şerek giran rû dide.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê der barê êrişên hêzên hikumeta veguhêz de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, hêzên hikumeta veguhêz ên Sûriyeyê ji aliyên Cela, benda Cizîrê û nêzî nexweşxaneya Yewnanî êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin bersiva êrişan hate dayîn û êriş hatin têkbirin.
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li derdora çerxerêya Leyremûn û çerxerêya Şîhan jî êriş têne kirin û hate gotin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn berisva êrişan didin û heya vê kêliyê şer rû dide.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êriş wê rewşa ewlehiyê xirabtir bike.



