Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor daxwaz kir ku hemû rêyên ber bi Xezayê ve werin vekirin û rê were dayîn alîkariyên mirovî derbasî bajar bêne kirin.
Berdevkê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor Kiristyan Kardon jî li ser mijarê ev tişt anî ziman: “Pêdiviyên mirovî li Xezayê pir zêde ne. Ji lew re divê hemû dergeh ji bo derbaskirina alîkariyan werin vekirin.”
Her du rayedaran agirbesta heyî wek derfetke dîrokî ya pêşxistina xebatên mirovî û derbaskirina alîkariyan bi nav kir.
NY’yê di roja 22’yê Tebaxa îsal de ragihand ku Xeza bi birçîbûnê re rû bi rû hatiye hiştin û hişyarî da ku derdora 500 hezar kes di bin metirsiya herî dijwar a jiyanê de ne. Îsraîl, tevgera Hemas ji vê rewşê berpisyar nîşan dide û wê tawanbar dike ku destê xwe datîne ser alîkariyên mirovî.
Buroya NY’ê destnîşan kir ku derdora 190 hezar ton alîkariyên mirovî hîn li benda erêkirinê ne da ku derbasî Xezayê werin kirin.



