Şêniyên li Siwêdayê ji bo piştgiriya berxwedana taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê axivîn.
Şêniyên Siwêdayê QSD wek hêzên neteweyî û xwedî ezmûneke şer a berfireh bi nav kir.
Her wekî diyar kir ku QSD hemû pêkhateyên Sûriyeyê diparêze.
Endezyarê sivîl Besam Laqtînî diyar kir ku QSD hêzek rêxistinkirî ye, xwedî baweriya parastinê ye.
Ew hêzên dilsoz in ku hebûna xwe diparêzin.
Laqtînî destnîşan kir ku xelkê Siwêdayê rêz li QSD’ê digirin.
Her wekî da zanîn kir ku QSD`ê her gav amade be ku xwe û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze.
Şêniyê bi navê Leys Hesen jç destnîşan kir ku QSD`ê hêzeke neteweyî ye.
Ji ber ku ew pêkhateyên Sûriyeyê yên cûrbecûr di nava xwe de dihewînin û dixwazin wan biparêzin.
Şêniyê bi navê Ayid Ebû Turabî da zanîn ku QSD`ê xwedî ezmûnek leşkerî ya berfireh e.



