Di 7’ê mijdarê de di navbera hikumeta veguhêz a Sûriyê û QSD’ê de biryara agirbestê hat imzekirin.
Ev hefteyek di ser agirbestê re derbas bûye.
Tevî agirbestê di vê hefteyê de çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyê ev 6 carin êrişan pêk tîne.
Piraniya êrişan di rojên yekem ên peymanê de pêk hatine.
Di 9’ê mijdarê de komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyê girê Sîrya Tel û derdora Bendava Tişrînê topbaran kir.
Di heman rojê de QSD’ê ragihand ku çekdaran êrişî noqteyên wan ên li rojhilatê bajar kir.
Di encamê de şervanekî QSD’ê şehîd bû û 7 birîndar bûn.
Li Taxa Şêxmeqsûd jî hêzên hikumeta veghêz 3 bendên kontorlê yên nû çêkirin.
Endamên van bendan welatiyan radiwestînin û tevgera wan asteng dikin.
Carde li Helebê, hêzên ewlekariya hundir ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê aşkere kir:
Hemwextî topbarana li ser herdû taxan, hêzên hikumeta veguhêz agirbest binpê kiriye.
Di 13’ê mijdarê de jî hêzên hikumeta veguhêz hewl dan bikevin gundewarê Bendava Tişrînê.
Hêzên QSD’ê hewldana wan têk bir. Di encama bersivdayînê de çekdarekî hikumeta veguhêz hate kuştin.
QSD û hêzên ewlekariya Hundir jî destnîşan kirin ku ew amade ne pabendî itîfaqê bin.



