Li Efrîna dagirkerî talan û destdirêjî ji aliyê çeteyan ve bi dawî nabe.
Herî dawî çeteyan bi ser malekê de girtin û ew mal talan kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî eşkere kir ku çeteyan pere û zêrên wê malê dizîne û piştre reviyane.
Navenda Çavdêriyê ragihand ku çeteyan li gundê Rûtayê yê navçeya Mabatayê bi ser mala welatiyekî 60 salî de girtiye.
Li gorî navendê çeteyên bi navê “Lîwaya Semerqendê” bi ser malê de girtibû.
Çeteyan destdirêjî li hevjîna wî kiriye û pere û zêrên wan dizîne û piştre reviyane.
Hat zanîn ku xwediyê malê bi darê zorê hatibû koçberkirin .
Vê dawiyê vegeriyabû da ku mala xwe nûjen bike û berhema xwe ya zeytûnan kom bike.
SOHRê her wiha ragihand ku li gundê Çeqelê Comê yê navçeya Cindirêsê , çeteyan li welatiyekî 50 salî û hevjîna wî da bûn.
Zêr, pere û telefonên wan dizîbûn û gefa kuştinê li wan xwaribû.


