Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê li gundewarê Şamê li jinekê da.
Li hemberî vê yekê şêniyan hêrsa xwe nîşan da.
Her wiha li aliyê din jî li Kornîşa Tertûsê cenazeya jinekê destgirêdayî hat dîtin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku endamên hêzên hikumeta veguhêz, li jinekê li Şamê dane .
Li gorî medyayên xwecihî, bi qundaqên klaşînkovê li serê jinekê daye.
Her wiha endamekî jî çek ber bi birayê wê jinê de kir.
Li Kornîşa bajarê Tertûsê cenazeya jinekê destgirêdayî hat dîtin
SOHR da zanîn ku li Kornîşa bajarê Tertûsê jî ,cenazeya jinekê destgirêdayî hat dîtin.
Lê sedemên vê bûyerê heta niha nehatine zanîn.
Hat diyarkirin ku ji bo destpêkirina lêpirsîn û lêkolînan cenaze ji bo nexweşxaneyê hate veguhastin.
Li hemberî vê sûcê gel hêrs û bertekên xwe nîşan da.



