Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya fermandarekî xwe eşkere kir. YPJ’ê diyar kir ku Şehîd Delîla Dersim Berxwedêra Bendava Tişrînê bû û got: “Rêheval Delîla bi heskirina xwe ya jiyanê hertim dibû morale hevalên xwe.”
Di berfrhaiya daxuyaniyê de YPJ’ê şehîd Nazan Ağirman bibîranî û wiha got:
“Hevala Nazan wekî keçekî Kurd ji malbatekî welatparêz li bajarê Mêrdinê sala 1989’an de ji dayîk dibe.
Di sala 2009’an de ew bi xwişka xwe re dikeve dû xeyalê xwe û ji Belçikayê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.
Li wir, bi dîtina welat re hertim bi coş û kelecanek mezin tevlî hemû xebatan dibû.”
Di dewamiya daxuyaniyê de YPJ’ê têkoşeriya şehîd Nazan Ağirman li Rojavayî Kurdistanê bibîrxist û got:
“Piştî tekoşînek bê navber ya salên dirêj rêheval Delîla ji qadên çiyayê azad berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê.
Ji ber wê di avabûna şoreşa Rojavayê Kurdistanê de yekbûna hemû Kurdistanê û hemû jinan didît.
Li Rojavayî Kurdistanê, ew şervanek û fermandarek werek bû ku di gelek operasyonên di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de ji Kobanî heya Reqa û Bahozê wekî pakrawanek bê rawestan cihê xwe girt.
Her wiha di berxwedana dîrokî de ya Bendava Tişrînê jî de cihê û di encama hedefgirtina balefireke bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker şehîd bû.”
YPJ’ê di şexsê şehîd Şehîd Delîla Dersim de sersaxî ji gelê Kurd û herêmê re xwest û soza paratina mîrateyên şehîdan da.
Li gorî daxuyaniya YPJ’ê nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û Paşnavê: DELİLA DERSİM
Nav û Paşnavê Rast: NAZAN AĞIRMAN
Navê Dayik : VEHBİYE AKKURT
Navê Bav: ABDURRAHMAN
Dîroka Şehadetê: 11/1/2025



