Li Ewropayê çalakiyên bi aramnca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam dikin, beşdarên çalakiyan bang li sazî û rêxistinên mirovî kirin ku demlidest bikevin tevgerê da ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe û pêvajoya aştî û civaka demokratîk bighêje serî.
Çalakiya rûniştinê ya ku her çarşemê li ber avahiya NY’yî li Cenevreyê tê lidarxistin, bibiriyardariyek xurt dewma dike.
Di çalakiya vê hefteyê de, şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, şehîd Asya Alî, Rojger Hêlîn, Erdal Şahîn û Rojhat Zîlan hate bibîranîn.
Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Komîteya Azadiya Rêber Apo ya Cenevreyê Tekîn Baydag axivî.
Tekîn destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo banga 27’ê Sibatê tu gavên cedî neavêtine û got:
“Wekî ku tê zanîn pêvajoyek heye, lê hikûmeta AKP’ê jidil nêzîkî pêvajoyê nabe.
Baweriya me bi tevgera heye û em şopdarê têkoşîna xwe ya mafdar in.”
Çalakiya Strasbourgê : Kî berê xwe bide Îmraliyê wê bi ser bikeve
Li aliyê din Nobeda Azadiyê ya beriya 13 sal li bajarê Strasbourg ê Fransayê destpê kir, dewam dike.
Koma nobedarên hefteya 695’an ji bajarê Oldenburg ê Almanyayê ye beşdarî çalakiyê bûn.
Li wir, komploya 9’ê Cotmehê hat şermezar kirin û wiha hte gotin:
“Rêberê me çi biryar bide em bi wî re ne, kî berê xwe bide Îmraliyê wê bi ser bikeve.”



