Endam, karmend û xebatkarên Navenda Lêkolînên Zanistî ya li Sûriyê ji Çileya sala borî ve bêyî biryarek fermî yan jî hincetên qanûnî ji kar hatin avêtin.
Ev yek bû sedema nerazîbûnên li dijî “binpêkirina qanûnê” û “cudakariya mezhebî”.
Endam, karmend û xebatkarên Navenda Lêkolînên Zanistî ya li Sûriyê ji kar hatin rawestandin, mûçeyên wan ên mehane nayên dayîn.
Karmendên navendê diyar kir ku kiryarên rayedarên hikumeta veguhêz xala 96`an a Qanûna Hejmar 50`an binpê dikin.
Li gorî wê xala qanûnê, berî her cezayekî yan dûrxistina ji kar, divê lêpirsîneke fermî were pêkanîn.
Karmendan dan zanîn ku wan piştî hatina hikûmeta nû xebatên xwe dewam kirin, lê hikûmet ji sedî 90`ê ji karmendan bêyî pîvanek zelal ji kar derxistin.
Karmendan Karmendan bang li aliyên têkildar kir ku tedbîrên bilez bigirin da ku edaletê pêk bînin û wan vegerînin ser karên wan.



