Şêniyên kantona Dêrazorê piştgiriya xwe bi QSD’ê re anîn ziman û diyar kirin ku ew hêzeke ku ji bo parastina erd û civakê berdêlên giran dane.
Şêniyên kantona Dêrazorê diyar kir ku projeya neteweya demokratîk vebijrêka yekane ya parastina destkeftiyên herêmê ye û piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman.
Şêniyê bi navê Hamid El Muxetet diyar kir ku piştgiriya wan bi QSD’ê re dîwarekî asê li hemberî hemû planên bi armanca têkbirina projeya jiyana hevbeş e.
Şêniya bi navê Hemda El Mizel jî da zanîn ku ew li pişt QSD’ê ne ji ber ku wan di parastina erd û civakê de berdêlên giran dane.
Her wiha ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Xebat El Şiêtî jî li ser mijarê got:
“Hêzên me ku ji gelek pêkhateyan pêk tê, projeyeke diyar ya jiyana hevbeş û edaleta siyasî hilgirtine.
Şoreşa me ji sala 2014’an ve dest pê kiriye dê meşaleyek bimîne ku em ê heya jiyaneke birûmet û azad li dû wê bimeşin.”



