Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Ûkraynayê Volodemîr Zelensky li Koşka Spî hevdu dîtin.
Trump got ew dixwaze şer biqede.
Zelensky jî got Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji vê re ne amade ye.
Trump got ew ditirse Pûtîn ketibe pey qezenckirina demê.
Zelenskî got Trump karîbû ji bo Rojhilata Navîn agirbestê pêk bîne, ew hêvîdar e karibe ji bo Ûkrayna jî heman tiştî bike.
Trump têkildarî gelo wê fûzeyên Tomahawk bidin Ûkrayna yan na jî wiha got: “Pêdiviya me bi Tomahawkan heye. Ev pirsgirêk e. Tiştekî ji meseleya pereyan jî derbas dike. Pêdiviya me bi Tomahawkan û gelek çekên din ên ku me şandiye Ûkraynayê heye.”
Trump destnîşan kir ku ew hêvî dike ku wê pêdivî pê çênebe Tomahawkan bişînin Ûkraynayê.
Trump çekên Tomahawkê jî wekî “çekeke pir xeter” bi nav kir.
Trump: Wê welatên nû tev li “Peymanê Abraham” bibin
Trump îro ji tora “Fox Business” re jî axivî û got ew pêşbînî dike ku di demeke nêzîk de wê dewletên dîtir jî tevlî “Peymanên Abraham” bibin û diyar kir ku ew bi hêvî ye Siûdî tevlî van peymanan bibe.
Destnîşan kir ku ev gav wê derî li pêş tevlîbûna berfireh a cihana Erebî veke.



