Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê, bi daxuyaniyekê êrişa li dijî navenda kombûnê ya li Dêrazorê şermezar kir.
Di 15′ ê Cotmehê de li dijî navenda Kombûna Jinan a Zenûbiya ya li bajarokê Ebû Hemam ya kantona Dêrazorê êrîşek hat kirin.
Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê, bertek nîşanî êrîşê dan û li pêşiya avahiya xwe ya li bajarê Kisrayê daxuyaniyek dan.
”Girtina navendê, hedefgirtina her jineke azad e”
Di daxuyaniyê de îşaret bi rola jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin û gotin:
“Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî yên li Dêrazorê isbat kirin ku dikarin li ber xwe bidin û ava bikin.”
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya dê serî ji gef û tirsandinê re netewîne.
Her wiha soz hat dayîn heya avakirina civakeke azad û demokratîk têkoşînê bidomîne.
Di daxuyaniyê de bang li tevahî saziyan hat kirin ku li hemberî hewldanên derxistina fitneyan bisekinin û li dijî êrişên bipergalî piştgiriyê bidin jinan.



