Li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li bajarê Kobanê 3 şano hatin pêşandan, bi dehan kes beşdar bûn.
Li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li bajarê Kobanê, îro 3 şanoyên bi navê “Dengê Dîwaran”, “Ez Sûriyeyî me” û “Çenteyê Bendewariyê”, hatin pêşandan.
Piştî deqyek rêzgirtinê, bi rêzê şanoyên “Dengê Dîwaran”, “Çenteyê Bendewariyê” û “Ez Sûriyeyî me” û, hatin pêşandan.
Bi dehan rewşenbîr, hunermend û şêniyên bajêr beşdarî pêşandanan bûn.



