Tevgera Hîlala Zêrîn ya bajarê Helebê, kilîbek li ser berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê çêdike, Klîb dê di çend rojên pêş de bê weşandin.
Kilîb bi hevkariya Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê, tê çêkrin.
Strana klîbê ji aliyê Koma Vajîn ve bi hevkariya Navenda Cemîl Horo ya Tevgera Çand û Hunerê ya Helebê tê gotin.
Hunermend Sûzan Bîlan jî gotin û awazên stranê çêkirine.
Stran li galeriya Hikûmet Mîlan hatiye tomarkirin û nêzî 70 jinên ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di klîbê de cih digrin.
Derbarê kilîbê de endama tevgerê Saya Osman axivî û got:
“Em weke jin û ciwanên ciwan ên Tevgera Hîlala Zêrîn, amade ne ku her cureyê li ber xwe bidin.
Tu hêz nikare îrade û berxwedana jinan bişkîne.”



