Rêveberiya Xweser a Kantona Dêrazorê civîneke berfireh ji gel re li dar xist. Rêveberiyê rewşa siyasî şîrove kir û li daxwazên gel guhdarî kir.
Civînê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona Dêrazorê Dular Derwîş rewşa siyasî nirxand. Dular Derwîş bal kişand ser rola Tirkiye û Îsraîlê di gûrkirina şeran de û anî ziman ku dewleta Tirk ku gefeke rasterast li ser ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdike hewl dide Mîsaq Milî pêk bîne.
Dularê destnîşan kir ku aloziya li Sûriyeyê encamên destwerdanên derve ne û got, hêzên derve hewl didin li ser hesabê gelê Sûriyeyê jinûve dewletê ava bikin. Her wiha bal kişand ser projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, ev model ji bo edalet û ewlehiya Sûriyeyê dikare were pêkanîn.
Dular Derwîş berxwedana gelê herêmê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk silav kir û destnîşan kir ku ji hemû şêniyan tê xwestin ku “herêmên xwe yên ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, biparêzin”.
Beşdaran jî spasiya Rêveberiya Xweser kir û piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman.
Beşdaran xwest rewşa xizmetguzarî, bi taybetî ceyran, av û çandinî were başkirin û çareseriyên lezgîn ji pirsgirêkêa dergehên çeman ku gefan li ewlehiya sivîlan dixwe were çareserkirin.



