Duh li bajarekî Dêrazorê ku di bin kontrola hikumeta veguhêz de ye êrişeke bombeyî pêk hat.
Di encamê 3 kes birîndar bûn.
Duh derengiya şev li taxa Ciblêlê ya bajarê Dêrazorê ku di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz de ye dengê teqînan hat bihîstin.
Li gorî agahiyan komeke çekdar li motorsîklêtê bûn, bombeyeke destan avêt kombûna ciwanan.
Tê gotin ku 3 kes birîndar bûn û ji nexweşxaneyên bajar re hatin rakirin.



