Artêşa Îsraîlê perwerdeyên leşkerî li ser axa Sûriyê pêk anîn.
Ji ber perwerdeyê 3 guleyên obîsan li gundewarê Derayê ketin.
Li gorî agahiyan duh bi derengiya şevê, 3 gule obîsan yên Îsraîlê li derdora gundewarê Derayê ketin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku jêdera topan, baregha El Cezîrê ya li Quneytrayê ye ku hêzên Îsraîlê lê bi cih bûne.
Lê hîn jî agahî derbarê zerarên madî û mirovî nehatine zanîn.
Çavdêriyê diyar kir ku hêzên Îsraîlê ji baregeha Til El Ehmer ya bajaroka Kodne yê gundewarê Quneytrayê ne, di çarçoveya perwerdeya leşkerî ya ku li herêmê daye destpêkirin de, hin gule obîsan avêtin.



