Ciwanên ku beşdarî meşa “Bi azadiya Rêbertî ber bi jiyana azad ve” bûn, ku bi pêşengiya Platforma Ciwanên Welatparêz Demokratîk li Amedê hate lidarxistin.
Ciwanên ku beşdarî meşê bûne dewlet û desthilatdarî rexne kirin ku têkildarî pêvajoya aştiyê gavê neavêjin û gotin “Daxwaza ciwanên li vê derê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e.
Di pêvajoya 2015’an de tecrîd hate girankirin. Bi tecrîdê re polîtîkaya şer a li ser Kurdanê zêde bû.
Şaredarî hatin desteserkirin, qeyûm lê hatin bicihkirin.
Azadiya Rêberê Gelê Kurd daxwaza me ya herî mezin e.
Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya avakirina zemîna demokratîk û lawazkirina faşîzmê li welat.”
Her wiha ciwanan diyar kirin ku armanca wan bilêvkirina daxwazên mafdar ên gelê Kurd ê bi salan e.
Dema ku Rêber Apo azad bibe wê aştiya civakî karibe pêk were.



