Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel diyar kir ku artêşa Tirk li Bakurê Kurdistanê li qadên cuda di 14-15 û 19’ê Cotmehê operasyonên dagirkeriyê pêk anî.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de Asya Alî-Mîne Sevjîn Alçîçek û Rojger Hêlîn-Alî Orek yên ku di 23’ê Cotmeha 2024’an li Enqereyê çalakiya fedaî kirin, Bêrîtan Hêvî-Gulnaz Karataş ku yên ku di 25’ê Cotmeha 1992’an bi berxwedan û çalakiya xwe bû sembola li dijî xiyanet, hemû şehîdan bi bîr anî û soz da ku ew ê armancên şehîda pêk bîne.
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker li hemberî hêzên wan yên li Bakurê Kurdistanê operasyon û êrîşên berfireh pêk anî û got:
- Di 14-15’ê Cotmehê de li herêma li sêgoşeya Çewlîk û navçeyên Licê û Pasûr ên Amedê operasyonek hate pêkanîn.
- Di 14-15’ê Cotmehê de li herêma Herekolê ya Botanê operasyonên berfireh hatin kirin.
- Di 19’ê Cotmehê de li herêma Besta ya Botanê operasyon hate kirin.
- Di van operasyonan de ku li hemberî hêzên me yên gerîla yên ku di agirbestê de ne tên kirin.
Li gel ku em naxwazin eger rasthatinek li hev rû bide, berpirsyarê encamên vê yekê wê ew îradeya siyasî û leşkerî be ku van hêzan dibe operasyonê.”



