Ji ber bahoza bi navê Benjamin ku bandor li Fransa û Belçîkayê kiriye, li Fransayê li 19 herêman di asta rengê pirtiqalî de alarm hate dayin.
Bahoza “Benjamin” sibeha Pêncşemê bandor li Belçîkayê kir.
Enstîtuya Meteorolojiyê ya Qraliyetê ya Belçîkayê (IRM) li welêt di asta zer de hişyariya bahozê da.
Hişyarî wê ji sibeha Pêncşemê saet 08:00 heta sibeha Înê saet 07:00 derbasdar be.
Li gorî rayedarên meteorolojiyê, tê payin ku li herêmên navîn bi dijwariya 70 heta 10 km/saetê û li herêmên peravî jî bi 100 heta 120 km/saetê ba rabe.
Rayedaran bang li mirovan kirin ku bi taybetî xwe ji deverên daristanî vegirin û belasebep negerin.
Bahoza Benjaminê bandor li Fransayê jî kir.
Meteo-France diyar kir ku ew li bendê ne bahozeke payîzê ya dijwar rabe û di asta rengê pirtiqalî de alarm da.
Tê payin ku li herêmên bakur û rojava yên Fransayê bi dijwariya 120 heta 130 km/saetê, li herêmên navîn jî bi dijwariya 90 heta 110 km/saetê ba rabe.
Li 19 herêman hişyariya alarma pirtiqalî dewam dike.
Tê payin ku bahoza Benjaminê di nava rojê de bandorê li welatên Beneluksê û bakurê Fransayê bike û ber bi nava Ewropayê ve biçe.



