CIA’yê li Venezuelayê hewl dide desthilata Maduro hilweşîne.
Ji bo vê yekê destûr ji Trump hatiye dayîn ku li Venezuelayê çalakiyan bike.
Hinceta Amerîka ji wan sedeman ew e ku li wir madeyên hişbir tên veguhestin.
Madoru ji li ser êrişên muxtemel a Amerîkayê dibêje, Venezuela xwedî 5 hezar moşekên dij balafiran e.
Rojnameya Washington Post eşkere kir ku Donald Trump destûrnameyeke daye Ajansa Îstîxbarata Navendî ango CIA’yê.
Erka CIA’yê ew e ku wê operasyonên veşartî li Venezuelayê bike û ev yek dikare bibe sedema ji kar dûrxistina Maduro.
Rojnameyê ragihand ku Trump şerekî çekdarî li dijî kartelên narkotîkê li Karayîban îlan kiriye.
Amerîka bi dehan keştîyên şer, balafir û bi hezaran leşker şandine deryayê û êrîşên asmanî pêk tîne.
Li gor agahiyan 7 keştî yên ku tê îddakirin narkotîkê hildigirin hatine îmhakirin û bi dehan kes hatine kuştin.
Sedema êrişên Amerîka veguhestina madeyên narkotîk e
Trump îdia kir ku rejîma Maduro zindan û nexweşxaneyên derûnî vala kirine da ku wan wekî koçber bişînin Amerîkayê.
Li gor îddayên Trump mîqdarên mezin ên narkotîkê ji Venezuelayê bo Amerîka tê şandin.
Donald Trump bersiv da pirsa gelo we destur daye CIA’yê ku Maduro hedef bigire û got:
“Bersiva vê pirsê dê bêaqilî be, lê ez difikirim ku Venezuela di rewşek dijwar de ye.”
Her wiha Berdevka Çapemeniyê ya Qesra Spî Anna Kelly diyar kir ku ev êrîşên biryardar terorîstên narkotîkê yên ku jehra kujer tînin peravên me dikin hedef.
“Kiryarên DYA dibe ku bibin sedema pevçûnek nû li nîvgirava rojava”
Anna Kelly teqez kir ku Trump wê hemû hêza Washingtonê bikar bîne da ku pêşî li ketina narkotîkê ji bo nav welêt bigire.
Di heman demê de çavdêr bawer dikin ku kiryarên Amerîkayê dikarin bibin sedema pevçûnek nû li Nîvgirava Rojava.
Rêveberiya Trump bi binpêkirina qanûnên navneteweyî û pêkanîna êrîşan li avên navneteweyî bêyî destûra Kongre an Konseya Ewlekariyê tê tawanbarkirin.
Maduro: Venezuela xwedî 5 hezar moşekên dijî-balafiran e
Dîplomatên berê yên Amerîkî hişyarî didin li dijî dubarekirina şaşiyan û teqez dikin ku nebûna zelaliyê li ser armancên operasyonel dikare Washingtonê ber bi şerekî nû û dirêj ve bibe ku jê re şerê li dijî tiryakê tê gotin.
Li gel vê yekê Nicolas Maduro ragihand ku welatê wî 5 hezar moşekên dijî-balafiran yên Rûsyayê hene da ku li dijî gefên leşkerî yên Amerîkayê bisekinin.



