Nîqaşên çekberdana Hizbullahê dewam dike.
Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim dibêje, “Çekên Hizbullahê beşek ji hêza Lubnanê ne, û her kesê ku difikire ku bêçekkirina Hizbullahê wê pirsgirêkê çareser bike, şaş e.”
Qasim balkişand berdana çekan û got:
“Di pratîkê de tiştek nû tune; Amerîka tenê hewl dide ku bi rêya siyasetê tiştê ku Îsraîl bi şer negihîştiye bi dest bixe.”
Qasim diyar kir ku “destwerdana Amerîka li Lubnan û herêmê pir xirab e, komkujiyan vedişêre û projeyek berfireh dişopîne ku gefê li gelên herêmê dixwe.”
Naîm Qasim di axaftina xwe de bi nûnerê Amerîkî Tom Barrack re got:
“Divê Lubnan dev ji gefxwarin û hewldana lawazkirina hêza xwe berde û wê bike beşek ji Îsraîla Mezin.
Lubnan wê bi biryardarî bimîne û her hewldanek ji bo bindestkirin û îqtibaskirinê red bike.”



