Brîtanya armanc dikin dahata petrolê ya Moskowê kêm bikin.
Ji bo vê yekê firotina petrolê yên çend şîketên mezin ên Çînê betal kir.
Her wekî din welatên Yekîtiya Ewropayê li ser pakêta 19’emîn a cezayan ji bo Rûsyayê li hev kirin.
Brîtanya armanc dike dahata petrolê ya Moskowê kêm bike.
Ji bo vê yekê firotina petrolê yên çend şîketên mezin ên Çînê betal kir.
Ev yek bûye sedema guhertinek di stratejiya kirînê ya Çînê de.
Ji ber kêmbûna gihîştina dabînkirina Petrola xav a bê destûr, tê payîn ku Yulong bêtir petrola Rûsyayê bikire.
Analîst destnîşan dikin ku Yulong piştî biryarê ber bi şîrketên Rusî ve diçe.
Yekîtiya Ewropayê yekem cezayên li dijî Rûsyayê erê kir
Her wekî din welatên Yekîtiya Ewropayê li ser pakêta 19’emîn a cezayan li hev kirin.
Di pakêta 19’emîn de qedexeya îtxalkirina gaza xwezayî ya şilekirî ji Rûsyayê jî heye.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen (Ursula vonderleyan) da diyarkirin ku ji bo cara yekem e, Yekitiya Ewrupayê li sektora gaza xwezayî a Rûsyayê cezayan dibire.
Her wiha Ursula Von der Leyen diyar kir ku “Welatên Yekîtiya Ewropayê pakêta 19emîn a cezayan a li dijî Rûsyayê erê kirin.
Di heman demê de di nav cezayên Yekîtiya Ewropayê de bank, danûstandinên krîpto-pereyan û filoya hilgirên petrolê dihewîne.
Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê ya Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê Kaja Kallas jî li ser vê mijarê axivî.
Kaja Kallas diyar kir ku dorpêçên nû bankên Rûsî, borsayên krîpto û rêxistinên li Hindistan û Çînê hedef digirin.
Kaja Kallas dibêje, pakêt dê tevgera dîplomatên Rûs sînordar bike û ji bo Rûsyayê fînansekirina şerê bi Ukraynayê re hîn dijwartir bike.
Pakêt, ku ji bo ketina meriyetê divê bi yekdengî ji hemû 27 welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê deng bê dayîn, ji aliyê Slovakyayê ve hat vetokirin.



