Li Siwêdayê jinek û bavê wê hatin kuştin.
Li gor agahiyan, hevjînê wê jinê herdu kuştine.
Jina bi navê Fatin Şafai Hemza ya 24 salî û bavê wê, li sûka bajarê Şehba yê Siwêdayê di encama gulebaranê de hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku kesê ev êriş kiriye hevjînê Fatin e û ji bo sedemên malbatê ev sûc kiriye.
Li gorî malpera Siwêda 24 hêzên ewlekariyê kesê bi navê Sair Tehteh hevjînê berê yê Fatinê girtiye.



