Komîteya Têkliyên Derve ya Meclisa Pîrên Amerîkayê erkdarkirina Joel Rayburn wekî alîkarê Wezîrê Karê Derve yê karûbarên Rojhilata Nêzîk qebûl kir.
Bi gotineke din, dê dosya Sûriyê di Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê de birêvbe bibe.
Joel Rayburn di wilateya Trum a berî niha de, alîkarê Wezîrê Karê Derve û nûnerê Taybet li Sûriyê bû.
Di heman wextê de, erka herî bilind li Iraq, Îran, Sûriyê û Libnanê wergirtin.
Joel Rayburn di dema hilweşîna El-Esed de got ku ez texmîn dikim ku Ebû Mihemed El-Colanî xewnan dibîne. Piştî Sûriyayan çûyîna dîktatorekî yê 54 salan dît, wê li hemberî dîktatoriyeke din bêdeng nemîne.
Her wekî diyar kir ku wê bi tu awayî welatên cîranê Sûriyê, piştgiriyê nedin Colanî û HTŞ yên di lîsteya terorê de.
Erkdarkirina Joel Rayburn li benda pesendkirina Meclisa Pîran e.



