Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê diyar kir ku Wzareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Veguhêz binpêkirineke eşkere li dijî mafên zarokên Efrînê dike.Rêxistinê da zanîn ku Wezarta Perwerdeyê vê dawiyê biryar da ku li Efrîna dagirkirî Zimanê Kurdî ji holê were rakirin û li cihê wî Zimanê Feransî were dayîn.
Rêxistina Mafên Mirovana Efrînê got ku piştî hilweşîna rejîma Baas û bi hatina Hikûmeta Veguhêz, Rêveberiya bajarê Efrînê li gorî biryara dawî ya Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê Zimanê Kurdî ji holê rakir û li cihê wê Zimanê Feransî bi kar anî.
Rêxistinê diyar kir ku di nav qurbaniyên vê biryara neheq de bi hezaran xwendekar û zarok hene ku ji hînkirin û fêrbûna bi zimanê xwe yê dayikê Zimanê Kurdî bêpar mane.
Li gor rêxistinê, hejmara Mamosteyên ku Zimanê Kurdî didan derdora 300-400 mamosteyî ye, niha zimanê xwe nadin û tenê biranşên Werzîş, Wêne û Mûzîkê didin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Sûriyê bang li Hikûmeta Veguhêz kir ku vê biryarê betal bike û destûrê bide ku Zimanê Kurdî di bernameyên xwendinê yên dibistanan de cih bigire.


