Di sala 1997’an de rojnamevan Fatîh Altayli li Lubnanê hevpeyvîn bi Rêber Apo re kirbû.
Beşa yekem ji vê hevpeyvînê hatibû astengkirin, niha hat weşandin.
Di hevpeyvînê de Rêber Apo qezaya Sûsûrlûkê ya sala 1996’an weke xaleke şikestinê ya girîng a dîroka Tirkiyê nirxand.
Rêber Apo bal kişand ser çetebûyîna li nava dewletê û têkiliya wê ya bi narkotîkê re.
Rêber Apo têkildarî valakirina gundan, kuştinên kiryar nediyar û encamên vê yekê yên li ser civakê yên salên 1990’î tespîtên girîng kir.
Her wiha rola dewletê û hin partî-aktorên siyasî yên di vê pêvajoyê de vegot.
Yek ji beşên herî balkêş ên hevpeyvînê jî banga Rêber Apo ya ji bo çareseriyê bû tê de dibêje:
“PKK asteng nîne. em ji her cûre diyalogê re amade ne’.
Ez ji niha ve îlan dikim. Bila tenê diyalog bê danîn, em ê sibe çekan hemûyan bêdeng bikin.”
Rêber Apo her wiha got , bila min bikujin, lê belê bila xwedî hêza biryardanê be.
Niha her kes berpirsyariyê dixe stuyê hev. Hêza biryarê nîne.
Ez dibêjim em ji Tirkiyeya xwe hez bikin. Em bi rastî jî Tirkiyeya xwe rizgar bikin.
Temamiya beşa yekemîn a hevpeyvînê ji vê lînkê dikare bê temaşekirin:
https://ozgurdusunceler.com/video.php?media_id=454



