Li gel nakokiya di navbera Rûsya û Amerîkayê de û ferzkirina cezayên amerîkayê yên nû li dijî beşa enerjiyê ya Rûsyayê, Pûtîn banga berdewamkirina diyalogê bi DYA’yê re kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku hevdîtina wî bi serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn re ya li Budapestê hat paşxistin, cezayên nû li dijî qada enerjiyê ya Rûsyayê birîn.
Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn duh banga berdewamkirina diyalogê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re kir.
Medyaya Rûsyayê li ser zimanê Pûtîn ragihand ku Diyalog her tim ji rûbirûbûn û nakokiyan baştir e, heta ji şer jî baştir e.
Her wekî Pûtîn banga berdewamkirina kanalên peywendiyê kir, da ku di navbera Moskov û Washington rageşî zêdetir nebin.



