Şandeya Fetih û ya Hemasê bi serkêşiya Hisên El Şêx û Xelîl El Heyê li Qahîreyê civiyan.
Di civînê de projeyên piştî şerê li Xezayê hatin nîqaşkirin .
Şandeya Fetih bi serokatiya Hisên El Şêx bi şandeya Hemasê re ya bi serokatiya Xelîl El Heyê li Qahîreyê civiyan.
Di civînê de helwesta niştimanî, proje û mekanîzmayên piştî şerê li Xezayê hatin nîqaşkirin.
Bi taybetî qonaxa duyemîn a lihevkirina Xezayê.
Çaverê ye ku li Qahîreyê diyalogeke niştimanî ya Filistînî ji bo nîqaşkirina pêşeroja Xezayê, were lidarxistin.



