Sekreterê giştî ya Partiya Paşverû ya Kurd li Sûriyeyê Ebdulhemîd Hec Derwîş di salvegera 6’an a wefata wî de hat bibîranîn.
Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (P.D.P.K.S) bi munasebeta salvegera 6’an a koça dawîn a sekreterê giştî yê partiyê Ebdulhemîd Hec Derwîş, çalakiya bîranînê li Hola Rewabî ya bajarê Qamişloyê li dar xist. Siyasetmendar, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb amade bûn.
Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Polîtburoya Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Enes Ebdî axivî û got partî bi rêgezên Ebdulhemîd ve girêdayî ye ku banga diyalog û yekitiya refa kurdî-sûriyeyî û avakirina welatekî demokratîk û pirreng dike.”
Berpirsê Rêxistina Asûrî ya Demokratîk Gabrîel Mûşî Gewriyê jî îşaret pê kir ku ji bo avakirina welatekî demokratîk a li ser esasê yekitiya gelan, hemwelatîbûna wekhev a hemû pêkhateyan, têkiliyên rêxistina wan bi Partiya Pêşverû ya Demokratîk û tevahî hêzên nîştimanî re xurt in.
Di bîranînê de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD’ê Silêman Ereb jî axivî û got: “Ebdulhemîd Hec Derwîş mîrateyeke mezin a têkoşînê û ramanekî nemir li pey xwe hişt. Hêvî û xeyalên wî îro li kolanan pêk tên.”
Ereb anî ziman ku divê yekbûna Sûriyeyê li ser esasê nenavendîtiyê be ku mafên hemûyan biparêze û xweseriyê mîsoger bike.
Di dawiyê de Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê soza domadina rêya Ebdulhemîd Hec Derwîş û xurtkirina diyalogan bi hemû pêkhateyan re da.



