Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9`emîn di roja xwe ya 5`emîn de didome.
Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9`emîn di roja xwe ya 5`emîn de ku di 20`ê Cotmehê hatibû vekirin, li Parka Azadî ya li Qamişloyê bi dirûşma “Pirtûk mifteya şaristaniyê ye“ dewam dike.
Şêniyên Qamişloyê, zarok û malbatên wan ziyareta pêşangehê dikin. Îro saet di 17:00`an de dê panelek bi sernavê ‘Arîşeyên Zimanê Kurdî’ ji aliyê Ferîdon Saman, Semîra Hac Elî û Berzo Mehmûd ve were dayîn. Her wiha dê çalakiyên hunerî û îmzekirina pirtûkan werin lidarxistin.
Rojane pêşangeh ji saet 10:00’an heya 21:00`an vekirî ye.



