Nûnerê Neteweyên Yekbûyî bang li civata navneteweyî kir ku bi lez beşdarî ji nû ve avakirina Sûriyeyê bibe.
Cîgirê nûnerê Bernameya Geşkirinê ya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) Rewhî Efganî ji AFP’ê re got ji nû ve avakirina Sûriyeyê di berjewendiya her kesî de ye û diyar kir ku piştgiriya vejîna bilez a welêt dê nehêle pirsgirêkên nû yên mirovî û aborî çêbin.
Efganî anî ziman ku pêdiviyên avakirinê pir in ku ji qadên niştecihbûnê, fêrkirin, tenduristî û binesaziyê pêk tên. Her wiha destnîşan kir ku li gelek herêman belavbûna teqemeniyên neteqiyayî li ber hewlên rakirina kavilan dibin asteng.
Efganî diyar kir ku kêmbûna xizmetan û derfetên kar nahêlin penaberên sûriyeyî bi taybetî yên li Ewropayê vegerin. Lê hêvî kir ku xebatên avakirinê bibin sedema îstiqrara welat û vegera penaberan.
Eftanî anî ziman ku vegera kesên jêhatî dikare di avakirina welat û piştgirtiya aştî û geşkirinê de bibe destek.



